image

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Kerkûkê, Eqîd Efrasiyaw Kamîl bi daxuyaniyeke ev agahî ragihand ku grûbek milîtanên DAIŞî êrişî ser gundekî ku bi ser bajaroka Ebasî yê girêdayî navçeya Hewîceyê kirine.

Efrasiyaw Kamîl da zanîn terorîstên DAIŞî di vê êrişê de 3 kes kuştine ku her sê kes ji malbatekê ne. Ên hatine kuştin jinek û herdu kurên wê ne.