image

PeyamaKurd - Endamekî fraksiyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de ragihand, ku asayî kirina rewşa Kerkûkê yek ji daxwazên PDKê û hevpeymaniyên Kurdistanî yên sereke bû li gel aliyên siyasî yên Iraqî.

Endamê frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê Rêbwar Ebdulah ragihand, ku weke hevpeymaniyên Kurdistanî û taybet jî weke PDKê yek ji daxwazên me yên sereke di civînên me de li lîstên mezin yê Iraqê asayî kirina rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê bû.

Wî parlamenterê Kurd diyar kir ku, ji bilî wê jî vegera xelkê navçeyê ji ber bûyerên 16ê Cotmehê û gotî ku, di civîna parlamentoyê de jî tekezî li ser asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û qerebukirina ew kesên ziyan gehane wan, herwiha dabîn kirina derfetên kar ji wan re.