image

PeyamaKurd - Lêkolînerê Amerîkî David L. Phillips, di nirxandina xwe ya ser çareseriya krîza Sûriyê de, diyar kir ku ji bo Sûriyê çareseriya herî guncan sîstema federalî ye.

Philips herwiha li ser diyarkirina çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê jî got, “Bawer nakim ku Kurdên Sûriyê dixwazin dewleteke serbixwe ava bikin.”

David L. Phillips ji televizyona K24ê re daxwaziyên Kurdên Sûriyê jî wiha şîrove kir:

“Kurd sîstemeke ku bikarin mafên xwe yên çandî biparêzin û li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin dixwazin. Sîstemeke ku wan mafan bi destûrê misoger bike dixwazin. Yanî sîstemeke ku yekparçebûna Sûriyê bimîne û deshilatî werin parvekirin, çareseriya herî guncan e.”