image

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got ku Kurdên Îranê yên mixalif ji sala 1980an vir ve li Iraqê dijîn û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî va jî wekî "penaber" tên qebûlkirin.

Dizeyî der heqê banga Îranê ya ku dixwaze komên Kurdên mixalîf teslimî wan bikin daxuyanî da rojnamevanan.

Dizeyî got ku Kurdên Îranî yên mixalîf di dema rejîma Baasê li Herêma Kurdistanê bicih bûne û ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî wekî "penaber" tên qebûlkirin û wiha axivî: "Lê tabî divê penaber hûrmetê nîşanê qanûnan bidin û axa Herêma Kurdistanê dijî ewlehî û îstiqrar welatên cîranên xwe ciyekê wekî baregeha eskerî bikarneynîn."

Dizeyî got ku pirsgirêkên li herêmê çêdibin divê şûna operasyonên eskerî bi rêyên maqûl werin çareserkirin.

Sererkanê Îranê Muhemed Baqirî pêr daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Herêma Kurdistanê divê destûr nede baregehên dijî Îranê. Kesên navborî sûcdar in. Yên ku ji wan mane yan divê bidin me an jî divê ji welatê xwe derxin."