image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk civiya û li ser encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan gotûbêj kirin.

Îro duşemê 14-05-2018an Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Brett McGurk, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda li gel wan kir.

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de şanda mêvan destxweşî li xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ji ber ku hilbijartineke demokratîk encam dane ku bi taybetî li Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke mezin lê hat kirin. Herwiha şanda mêvan weke pêwîst dibînin ku aliyên Kurdistanî bi yekdengî li gel hêzên din ên siyasî yên serkeftiyên hilbijartinan roleke wan a bibandor di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de hebe û parlementer tekezî li ser mafên xelkê Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amaje bi rêjeya beşdariya welatiyên Herêma Kurdistanê ya di hilbijartinan de kir, ku li gor beşên din ên Iraqê gelek zêde bû.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê aliyên serkeftî yên Iraq û Kurdistanê danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê dest pê bikin, bi awayekî projeyên siyasî û avakirinê û dîtina niha û siberoja Iraqê hebe û aliyên Kurdî jî bi tekezkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê roleke wan a bibandor hebe.

Herwiha gotûbêjkirina encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê û pêngavên dahatû, aliyekî din a hevdîtinê bû.