image

PeyamaKurd - Parlamenterê PDKê li Bexdayê Dr. Mihemed Şakir derbarê helwesta Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdumehdî ku gotibû: “ji ber cîbicînekirina madeya 140 pirsgirêk û nakokî berdewam in. Ev yek ne di mesleheta tu aliyekî de ye.” ragihand, ku Kurdan bi mercê çareserkirina vê pirsê piştgiriya Ebdulmehdî kiriye.

Dr. Mihemed Şakir bo malpera PDKê diyar dike: “Me Kurdan bi merc dengê xwe da hikûmeta Adil Ebdulmehdî, ku daxwazên Kurdan bixe nava bernameya hikûmeta xwe de. Me daxwaza cîbicîkirina destûr kiriye, nexazim jî madeya 140.”

Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de gotibû: “Niha jihevtêgiheştinek heye ji bo çareserkirina madeya 140 ku bi dilê hemû aliyan be û bi edalet be, ji ber ku madeya 140 neyê cîbicîkirin dê pirsgirêk û nakokî berdewam bin û ev yek nakeve berjewendiya ti aliyekî, lewam pêwîst e karek bê kirin ku mafê ti aliyekî neyê xwarin.”