image

PeyamaKurd- Alîkarê yekemîn yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ji bo hilbijartinê îro li Silêmaniyê dengê xwe da û piştre ji çapemeniyê re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de Kosret Resûl wiha got: Divê êdî Kurd bibin yek. Ez bang li gelê Kurdistanê dikim, bila her kes here dengê xwe bide. Ji bo pêşeroja Herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan hene, ev yek wê bandoreke erênî çêbike. Lewra dengê îro wê ji bo madeya 140î jî bibin mîsal.