image

Peyamakurd - Yekem Komxebata Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partiyên Kurd sibe li Amedê dest pê dike.

Platformê di bangewaziya Komxebata Zimanê Kurdî de daxwaz kir ku Kurd li her qadên jiyanê xwedî li zimanê xwe derkevin û bikar bînin.

Komxebata ku dê 2 rojan dom bike û nêzî 90 pisporên ziman beşdariya wê bikin, li saet 10.00an li Plaza Otel a Diyarbekirê dest pê dike. Tê pêşbînîkirin di komxebatê de nêxşerêyek ji bo Kurdî were diyarkirin.

Platforma Zimanê Kurdî 29ê Cotmehê bi civîneke hevbeş hatibû ragihandin ku nûnerên 9 partiyên wekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) tê de amade bûn.