image

Peyamakurd - Konseya Rêveberiya Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser biryara danîna xelata ser serkirdeyên PKKê Murat Karayılan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan daxuyaniyek weşand.

KCKê di daxxuyaniya xwe de bang li kurdan û derdorên demokrasîxwaz kir ku li hemberî vê biryarê rawestin û li her qadê têkoşînê bidin.

KCKê got, “Li hemberî vê êrîşa ku beşek ji berdewama komployê ye, gelê me û hêzên demokrasiyê divê demildest rabin ser piyan û bertekên xwe nîşan bidin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê li dijî vê biryara bêbingeh û dijî exlaqî bêdeng nemînin. Di van rojan de ku daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin û dîsa derxistina PKKê ya ji lîsteya terorê ya Ewropa bê derxistin, li dijî vê êrîşa li ser hevrêyên me Dûran Kalkan, Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan, divê gelê me û hêzên demokrastiyê xwedî helwesteke teqez û xwedî sekneke têkoşerî be.”

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Derve ya Amerîkayê roja sêşemê bi mebesta desteserkirina hersê rêveberên PKKê 12 milyon dolar xelat danîbû ji bo kesên zanyariyan derheqê wan de bidin.