image

PeyamaKurd - Li ser îdîayên ku hatibû belavkirin ku Hikûmeta Kanadayê biryar stendiye, dê hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne û rahênana hêzên Pêşmerge radwestîne, Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand ku Kanada dê li Herêma Kurdistanê bimîne û ti biryareke vekişînê tine.

Beriya niha li ser medyayê hatibû belavkirin, ku Hikûmeta Kanadayê biryar daye ku hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê vekişîne û rahênana hêzên Pêşmerge berdewam neke.

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek weşand û ragihand, ku civîna mehane ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serperiştiya wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, hin berpirsên wezaretê û nûnerên welatên hevpeymaniyê li Hewlêrê hat lidarxistin.

Herwiha daxuyanî dibêje ku nûnerên welatê Kanadayê bersiv daye pirsyara Wezîrê Pêşmerge yê bi Wekalet û gotiye, hêzên me dê li Herêma Kurdistanê berdewam be û ti biryareke bo vekişîna wan nehatiye dan, tenê hêzên kevin hatine guhertin da ku hêzeke nû cihê wan bigire.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê pirsa têkilîdarî serhildanên çekdarên DAIŞê li ser sînorên Iraq, Sûriye û hin deverên madeya 140ê û bi taybetî li başûrê Kerkûkê, berdewamiya rahênana hêzên Pêşmerge li ser zanista leşkerî û çekên nû û alîkariya hevpeymaniya bo herêma Kurdistanê di warê leşkerî de, mijarê wê civînê bûne.