image

Ji bajarê Şirnexê ji tûgaya Komandoyê 600 komando û 60 cerdevan bo tevlî operasyona Efrînê bibin çûn herêmê.

Li ser çûyîna wan bo Efrînê merasimek hat kirin û di merasimê de berpirsên mulkî û leşkerî, tevî malbatên cerdevan û zabitan amade bûn. Parêzgerê Şirnaxê Mehmet Aktaş jî di merasimê de axaftinekî kir û kesên xwedî malbat ji maliyên xwe xatir xwestin.

Li gelek deverên Kurdistanê dema dewlet dixwest cerdevanan bişînin Efrînê teklîfa dewletê qebûl nedikirin lê vê carê 60 cerdevanên Şirnexê çûna Efrînê qebûl kirine.