image

PeyamaKurd - Serok Barzanî bi minasebeta wefata Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade peyameke serxweşiyê belav kir. Di peyama xwe de Serok Barzanî wiha îfade dike: "Bi xem û kovanekî zêde ve nûçeya koça dawî ya Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade kesayetiyê olî û civakî û Îmam Cum'eyê berê yê bajarê Mehabadê gihîşt me."

Peyama Serok Barzanî wiha didome: "Xwedê jêrazî Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade dostekî nêzîkî me û dilsoz û kesayetiyekî niştimanperwer û xwedênasê bajarê Mehabadê bû û ji destdana xwedê jêrazî ziyaneke mezine ji bo me hemûyan. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li malbat û kesukarên Mamosta Reşîd û xelkê xweşdiviyê bajarê Mehabadê û zanayên olî yê Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê."