image

PeyamaKurd- Parlementera bajarê Hakkariyê Leyla Guven di vê dewrê de ji bajarê Hakkariya bo parlementeriyê hat bijartin lê hêjî di zîndana Diyarbekirê de ye.

Piştî hilbijartina 24 ê hezîranê Leyla Guven ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 9an ve serbest hat berdan lê li ser îttîraza dozger dosya Guven çû dadgeha cezayê giran ya 10 an û dadgeh car din Leyla Guven xiste zîndanê.

Îro li Diyarbekirê li dadgeha cezayê giran ya 9an Leyla Guven car din derket dadgehê û celsa wê hat paşdexistin bo 4ê meha 11a.

Bo parlementera Hakkariya Leyla Guven heya 46.5an cezayê zîndanê tê xwestin.