image

PeyamaKurd - Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê bi beyanameyekê, pîrozbahî li Encûmena Nûnerên Iraqê kir û daxwaz kir ku rewşa Kerkûkê bê asayî kirin û bal kişand ser ku: ‘’Her civîneke encûmena parêzgeha Kerkûkê bê kirin ne fermî ye.’’

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî bi beyanameyekê diyar kir, ku Artêşa Iraqê wek Baas hêz bo pirsgirêkên siyasî bikaranî û di cîha derxistina DAIŞê de hewl da desthilata Kerkûkê bike desthilata Erebî. Di meha 12an de daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir ku rewşa Kerkûkê asayî bike, bi heman şêweyê min daxwaz ji serokkomar û aliyên din jî kir, lê tu bersivek wan tunebû.

Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê ragihand, ew desthilata li Kerkûkê ye, dubare bi guhertina demografîk ve mijûle. Di vê dema derbasbûyî de bi sedan kes kuştine û 150 hezar kes jî koçberî herêma Kurdistanê kirine. Bi girtin, îşkence û dest li ser danîn û zîndanî kirina fermanberan pêkanî. Herwaha hin fermanber bi çemkekî siyasî ve ji kar hatine dûr xistine û zêdetirî 30 rêveber ji kar hatine dûrxistin.

Rêbiwar Talebanî got, malên kesayetên diyar ên Kerkûkê û binkeyên partiyan bûn binkeyên wan hêzên çekdar ên li Kerkûkê û ragihand: ‘’Me doz li dadgeha îtîhadî vekir, lê di cîha ku 15 rojan de dozê bide destpê kirin, heta naha jî ti deng ji wan nehatiye.’’

Talebanî daxwaz ji Encûmena Nûnerên Iraqê kir, di demeke herî zû de daxwaza wan bixin bernameya xwe ya kar de, ku rewşa Kerkûkê bê asayî kirin.

Herwiha daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:

1-Nehiştina rewşa leşkerî kirina Kerkûkê û ceza kirina tawanbarên 16ê Cotmehê û yên piştî wê jî

2 – Xwedî rol bin li ser dubare çalakkirina encûmena parêzgeha Kerkûkê de.

3 – Radestkirina dosyaya ewlehiyê ji desthilata sivîl re û wek parêzgehên din ên Iraqê.

4 – Ragirtin û hilweşandina hemû ew karên ku li Kerkûkê tên kirin, ku naha bi rêya hêza dijî teror ve tê kirin.

5 – Qerebû kirina wan kesên 16ê Cotmehê û piştî wê ziyan dîtine.

Em jî dê alîkar bin ji bo dayîna hemû belgeyan û îspat kirina vê babetê.