image

PeyamaKurd- Konsolê Hindistanê yê li Hewlêrê got ku em ê ji bo Kurdistaniyên ku herin welatê me, standina wîzeyê hêsan bikin.

Konsulxaneya Hindistanê ya li Hewlêrê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

Ji bo Kurdistaniyên ku bixwazin herin Hindistanê ji 30ê Nîsana 2018an ve wîze tê dayîn. Ji vir pêde jî Kurdistaniyên ku bixwazin herin Hindistanê dikarin ji seet 09:30ê heta 12:00an dikarin ser li konsulxaneya me bidin.

Hindistanê, li Paytexta Kurdistanê li Hewlêrê di 16ê Tebaxa 2016an de Konsulxane vekiribû.