image

PeyamaKurd- Herêmên Kurdistanî ku li derveyî Herêma Hikûmeta Kurdistanê mane, di bin tehdîda IŞÎDê de ne. 10 Kurdên Kakeyî ji aliyê IŞÎDê ve hatin revandin.

Giregirekî Kurdên Kakeyî li ser gundên ku hatine valakirin axivî û wiha got: “Ji 14 gundên Kakeyiyan 11 gund di bin tehdîda IŞÎDê de ne. Ji ber vê tehdîdê, heye ku hemî werin valakirin.”

Herêmên Kurdistanî ku li derveyî Herêma Hikûmeta Kurdistanê mane, bi piranî Kerkûk û derdora wê her roj rastî êrîşên IŞÎDê tên. Bêhtir jî Kurdên Kakeyî rastî êrîşan tên.

Serokê Saziya Mîsrayê Recep Kakeyî li ser navê Kurdên Kakeyî ji malpereke Kurdistanê re axivî û got ku me ji Netewên Yekbûyî (NY) û saziyên navnetewî xwest ku çareyekê ji me re bibînin. Hikûmeta Iraqê leşkerên xwe rêkirin lê belê ev leşker me naparêzin.