image

PeyamaKurd – Ji ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê 3 welatiyên ji bajarokê Şêladizê yê ser bi navçeya Amêdî ya Duhokê canê xwe ji dest dan ku hersê birayê hev in.

 
Roja 7ê Nîsana 2018ê sê welatiyên gundê Nêrweya Sîto bi navên Tahîr Mihemed (61), Mecîd Mihemed (47) û Remezan Mihemed (43) ku hersê birayê hev in û xelkê bajarokê Şêladizê ne, ji bo kiştûkalî û bax û bistanên xwe çûne gundê xwe Nêrweya Sîto ku nêzîkê sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Sê rojên yekem bi telefonê ligel malbata xwe axifî ne û piştre peywendî namîne.

Rêveberê Asayîşa Bajarokê Şêladizê Naîf Nêrweyî Sîto, nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got: "Piştî çend rojan ku nema deng ji hersê welatiyan hat, sibeha roja 14ê Nîsana 2018ê çend kurapên wan diçin cihê wan û ligel me peywendî danîn ku hersêyan bi bordûmanên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û laşê wan parçe parçe bûye."

Li gor Rêveberê Asayîşa Şêladizê, cenazeyê wan îro tînin Şêladizê û dispêrin axê.


Bêwar Cemtî ku kesekî nêzîkê wan hersê birayan e, ji Rûdawê re got ku hersê welatî birayê hev in, zewicî ne û şêniyên nehya Şêladizê ne.

 

Ne cara yekem e ku balefirên şer ên Tirkiyê li qezaya Amêdiyê ya Dihokê xelkên sivîl dikin armanc, tenê îsal 7 welatiyên sivîl li qezaya Amêdiyê bûne armanc û canê xwe ji dest dane û 3 welatiyên din jî birîndar bûne.

Ji ber bordûman û topbarankirina berdewam a artêşa Tirkiyê bo ser navçeyên ser bi qezaya Amêdiyê, zêdeyî 20 sal e nêzîka 300 gundên qezayê hatine valakirin û xelkên wan gundan bi armanca kiştûkaliyê diçin gundên xwe.