image

Endamê Koalisyona Navnetewî ya şerê li dijî ÎŞÎDê Îskoçya, eşkere kir ku ji bo piştgirî û perwerdeya pêşmerge wê zêdeyî 100 pisporên xwe yên leşkirî bişîne Kurdistanê.

Li gor malpera Forces ragihandiye, Efserê Îskoçî Kevîn Konwey, gotiye: „Îskoçyayê biryar daye zêdeyî 100 pisporên xwe yên leşkirî bişîne Kurdistanê da ku pêşmergeyên Kurdistanê perwerde bikin“.

Li gor daxuyanîya Kevîn Konwey, wê ev şêwirmend û perwerdarên Îskoçî heta havîna 2018an li Kurdistanê bimînin û di gellek waran de pêşmergetyên Kurdistanê perwerde bikin.

Z.B