image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li gundekî Kurdên Kakeyî yê Daqûqê yê girêdayî bi bajarê Kerkûkê ve, 6 welatî ji aliyê IŞÎDê ve hatin revandin.

Berpirsê navçeya Daqûqê yê PDKê Hîwa Reşîd di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û wiha got: Îro nîvê şerê (11.06.2018) seet li dor 02:00yan 25 terorîstên IŞÎDê bi ser gundê Zenqer yê Kurdên Kakeyî de girtin. Terorîstên IŞÎDê gundiyekî bi navê Ferhad Axayê Kakeyî û 5 gundiyên dî revandin û birin.

Reşîd wiha berdewam kir: Çeteyên IŞÎDê trempêla gundiyekî jî bi xwe re birin.

Piştî bûyerên 16 Cotmetê ewlehiya bajarê Kerkûkê ji destê pêşmergeyan derketibû û ji wê rojê û pêde hema bêje her roj bûyereke xirab çêdibe û çeteyên IŞÎDê êrîşî gelê sivîl dikin.