image

Tevî ku nawenda erdhejê Kurdistana Iraqê ye jî zerara mezin li Îranê çêbûye. Asta erdhejê 7.3 ye. Li Îranê xaniyên ku xerab bûne piraniya wan ji aliyê dewletê ve hatine avakirin. Di xaniyan de 341 kes jiyana xwe ji dest dan.

Xeber ji aliyê 1 em cîgirê serokê Îranê Îshaq Cîhangirî de hat dayîn. Cîhangirî got : “Li Kirmanşahê xaniyên ku xerab bûne piraniya wan dewletê ava kiriye.”

Rêjeya fermî ya ku dewletê di ajansa fermî ya IRNA yê de daye, 341 mirî û 5 hezar û 953 birîndarin.

Xanî di dema Ahmedî Nejad de hatine çêkirin ku wê demê jî bû mijara rexne û gendeliyê.