image

PeyamaKurd - Digel ku Îranê heta sînorê Hewlêrê piraniya beşa Kurdistanê ku di bin kontrola YNKê de ye dagir kiriye jî, îdîa dike ku Erebistana Siûdiyê hêza xwe li wir zêde dike.

Ev çendak e ku medyaya Îranê behsa zêdebûna mewcûdiyeta Siûdiyê li Kurdistanê dike û li ser vê nûçeyan diweşîne.

Herî dawîn jî rojnameya Cumhurî Îslamî ya dewleta Îranê xeberek bi sernavê "Erebistan li Kurdistana Iraqê li pey çi ye?" weşand û tê de îdîa kir ku Siûdî bi behaneya parastina Sunniyan li Iraqê xebatan dimeşîne.

Rojnameya dewleta Îranê, îdîa dike ku Siûdî ji bo eşîretên Sunnî û hêzên li dijî wê yên li Kurdistanê xebatê dikin bihêz bike mesrefeke zêde dike û sîlehan dişîne.

Herwiha îdîa wê yekê dike ku Siûdî, ji têkiliyên şexsiyetên di rêveberiya Iraqê de bi Îranê re aciz e. 

Herçiqas hebûna Siûdiyê li Kurdistanê bi awayekî berbiçav xuya nake jî, hebûn û dagirkeriya Îranê li ber çavê hemû dinyayê eyan. Ne tenê hebûna Îranê partî û rêxistinên pê re dixebitin û emir jê distînin jî ne xerîbê alemê ye. Lê belê dîsa jî Îran, hebûna xwe ya li wir hîç nayne ser ziman tenê behsa zêdebûna tesîra Siûdiyê li Kurdistanê dike.

Rojnameyê bi taybetî wêneyê Serok Barzanî û Şahê Siûdiyê Melik Selman Bin Ebdulezîz weşandiye. Lewra Îran, her demê angaşta wê yekê dike ku Siûdî Serok Barzanî destek dike. Dema behsa Kurdistanê dike qet navê YNK, Goran û partiyên din hilnade.