image

Herdû girtiyên merîwanî ku pismamê hev in û di hepsên Îranê de dimînin Zanyar Muradi  û Luqman Muradi, di sala 2010de derheqê wan de qerara darvekirinê hatibû dayîn.

Li gorî agahiyên ku di di demên dawî de têne belavkirin dê herdû pismam di demek nêzîk de ji aliyê rejîma Îranê ve bên darvekirin. Herdû kurdên ku rastî îşkenceyên giran jî bibûn ev 8 sal in di hepsên Îranê de ne. Ji bo protestokirina qerara darvekirinê ya derheqê herdû pismamên kurd de hin aktivîstên mafên mirovan li Baxê Giştî ya girêdayî Qeladizê ye xwepêşandanek jî lidar xist.

Aso Seqiz ku di vê xwepêşandanê de daxuyaniyek xwend got: “Rejîma Îranê ji bo ku dengê xwepêşandanên li îranê bitepisîne darvekirina li hemberî xwepêşenderan bikar tîne.” Wî xwest ku raya giştî ya cîhanê li hemberî van darvekirina bêdeng nemînin.