image

Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş yê ku li girtîgeha tîpa Fyê ya Edirneyê girtî piştî 434 rojan derkete pêşberî dadgehê. Demirtaş got: "Mafê parastinê yê parlamenterekî li parlamentoyê dest pê dike. Niha parêzbendia min heye, herî kêm bi qasî ya Binali Yildirim. Baş ê lê hûn çawa min didarizînin.?"

Selahatin Demirtaşê ku ev ji salekê bêtire girtiye, cara ewil ji bo danişîna dadgehê te anîn. Doza Demirtaşê ku berî niha ji ber ku xwestibûn wî kelemçe bikin nexwestibû derkeve dadgehê, li saloneke piçûk birêve diçe. Ji ber ku salon piçûke gelek parêzer û rojnameger danişînê ji derve ve dişopînin.

'Daxwazên me nehatin qebûl kirin'

Demirtaş wisa dest bi axavtina xwe kir: "Ewilê ez spasiya hevalên ku hatine vir û yên li derve dikim. Ez dixwazim hin hevokên min wekî kurte tomar bibin. Niha derbarê wê beşê de diaxivim. Li gel ku bi pênaseya bersûc ez bi awayekî ne girtî têm darizandin, lê bi awayekî girtî têm darizandin. Ev 14 meh in cara ewilê derdikevim pêşberî dadgehê. Ji zêdetirî 20 dozan careke tenê derneketime pêşberî dadgehê. Cara ewilê li pêşberî dadgehê mafê parastinê bi dest dixim. 3 jê ji aliyê dadgeha we ve, bi tevahî 97 danişîn pêkhatin lê di hemuyan de ez ne amade bûm. An jî bi gotn bi SEGBISê îfadê bide. 20 caran zor li min hat kirin ku bi SEGBISê beşdarî dadgehê bibim.