image

Hat raqgihandin çekdarên DAIŞê bi otombêleke bombekirî êrişî ser şervanên HSDê li nêzîkî Dêrazorê kirin, HSDê jî dibêje li gundê Hecîn wan 17 çekdarên DAIŞê kuştine û dest danîne bi ser kargeheke hawinan.

Ajansên nêzîkî HSDê ragihandin ku operasyona Bagera Cezîrê ya li gundewarê Dêrazorê li dijî DAIŞê berdewam dike û  di rûdana nû de, li bajarokê Hecîn yê girêdayê Dêrazorê şervanên HSDê 17 çekdarên DAIŞê kuştin û dest danîn ser kargeheke topên hawinê de.