image

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li herêma navçeya Qileban ya girêdayî Şirnexê, 6 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê derbarê encamên pevçûnên 1ê Çileyê de daxuyaniyek belav kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê diyar kir ku hêzên wan li dijî qereqola Girê Sînekê ya navçeya Qilebana Şirnexê çalakiyek li dar xistibû.

Derbarê encamên çalakiya navborî de wiha hat ragihandin: ″Beriya niha me ragihandibû ku 1ê Çileyê saet di 16:30an de hêzên me li dijî qereqola Girê Sînekê ya navçeya Qilebana Şirnexê çalakiyek lidar xistibû. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.″