image

Dijminatîya hikûmeta Heyder Ebadî ya li hember Kurd û Kurdistanê didome û avê li destê hikûmeta Nûrî Malikî dike. Çawa ku Erdogan di destpêkê de bi dostanî nêzîkî Kurdan bû, piştgirîyek mezin ji Kurdan stend û piştî bû desthilatdar dest bi dijminatîya Kurdan kir, heman kiryarê îro Heyder Ebadî û hikûmeta wî dike.

Heyder Ebadî û hikûmeta wî dek û dolabên ewqas kirêt li serê Kurdan digerînin ku dûrî aqila ye. PIştî kêmkirina butçeya herêma Kurdistanê, îcar jî dixwaze navê herêma Kurdistanê biguherîne û bike „Hikûmeta Bajarên Kurdistanê“. Bi vî awayî dixwaze Kurdistanê ji herêmek erdnîgarî derxe, têkilî û girêdana Kurdistanê bi xak û netewê re nehêle, naveroka Kurdistanê vala bike û Kurdistanê tenê di bajaran de teng û asê bike.

Li gor parlamenterê PDK yê parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf daye zanîn, hikûmeta Ebadî di reşbeleka butçeya 2018an de navê „Herêma Kurdistanê“ guhertîye û kiriye„Hikûmeta Bajarên Kurdistanê“. Bi vî awayî dixwaze butçeya herêma Kurdistanê li gor şênîyên bajarên Kurdistanê belav bike. Bi gotinek din, Ebadî û hikûmeta wî dixwazin heta ji wan bê butçeya herêma Kurdistanê kêmtir bikin û li gor hejmara şênîyên bajaran butçeyê belav bike.

Ji alîyê din, Eşwaq Caf daye zanîn ku Wezareta Bergirîya Iraqê cardin ji bo Haşdî Şabiî û îxtîxbarata Iraqê butçeyek mezin veqetandiye, lê ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê qet butçeyek neveqetandiye.

Di van kiryar û helwestên Heyder Ebadî û hikûmeta wî de jî dixuye ku tu nêta Ebadî û hikûmeta wî tuneye ku pirsgirêkên xwe û Kurdistanê çareser bikin û ji derveyî nakokî, alozî û şer pêve tu rêyek din danaynin ber Kurdan.

Z.B