image

PeyamaKurd - Fermandeyê Pêşmerge Qasim Şeşo ragihand, ku çekdarên Heşda Şebî ji bajarokê Zûmarê vekişiyane û dê ji Şingalê jî vekişin.

Fermandeyê Pêşmerge li ziyareta Şerfedîn li ser çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragihand, ku ev du roj in çekdarên Heşda Şebî dest bi vekişîna ji Zûmar û Şingalê kirine.Herwiha Qasim Şeşo diyar kir, ku îro bi temamî ji Zûmarê vekişiyan û dê sibê jî bi temamî ji Şingalê derkevin.

Fermandeyê Pêşmerge Şeşo, da zanîn ku derketina Heşda Şebî ji Zûmar û Şingalê piştî hevdîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêk hat û got: wisa xuya dike li şûna wan hêzên Pêşmerge dê bicîh bibin.

Berpirsê liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax jî ragihand,ku Heşda Şebî ji Şingalê derket. Niha tenê çend yekîneyên artêşa Iraqê û milîsên Êzdî yên Heşda Şebî mane.