image

The Defense Post di nûçeyek xwe de bal kişand ser hêza Hevpeymaniya Nêvdewletî ya bi ser Rojava û Sûriye de û agahiyên di dest xwe de spartin Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê Hevpeymana Navewletî ya li dijî DAIŞê Thomas F. Veale yî ku gotiye: "Hevpeyman niha li ser projeyekê dixebite da ku Hêzên Ewlekariya Sînoran a Sûrî damezirîne û perwerde bike.”

Beriya niha hatibû îdîakirin ku Hevpeyman binavê “Artêşa Bakûr” artêşeke nû ava bike lê li gorî vê nûçeyê ji niha de 230 kes hene û ji bo hêzekê nû ya binavê HES ango Hêzên Ewlekariya Sînoran bê vakirin têne perwerdekirin.

Li gorî agahiyan dê hêza ku nû bê avakirin li perava çemê Firatê bêne bicihkirin û di bin kontrola HSDê de be.