image

Amerîka îro bi sedema hebûna ÎŞÎDê li Iraq û Sûrîyê ye. Lê ku ÎŞÎD ji holê rabe û êdî tu sedem ji mana Amerîkayê re nemîne, wê çi bibe? Gelo wê Amerîka li Iraq û Sûrîyê bimîne, yan wê pişta xw bide Kurdan, wan bi tenê bihêle û ji van welatan derkeve? Ev pirs di serê gelek zanyar û pisporan de dizîvire û li bersivekê digere.

Di vê derbarê de pisporê Amerîkî yê Sûrîyê Steven Heydemann, bersiva pirsên çapemenîyê da û rewşa Amerîka, Tirkîye û Sûrîyê nirxand.

Li gor Heydemann, heke Tirkîye biryara dagîrkirina navenda Efrînê bide, wê felaketek çêbibe.

Steven Heydemann, ku li Smîth College profesor e û herweha endamê Enstîtuya Brookîngs e jî, dibêje: “ Amerîka li Sûrîyê ne mayînde ye û piştî ku ÎŞÎD li Sûrîyê nema, karê Amerîkayê jî li Sûrîyê namîne û heta salek yan jî herî zêde du salan wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve“.

Li gor Heydemann, şirîkatî û hevkarîya Amerîka û Kurdan ne hevkarîyek dûvdirêj e, kurt e û ew jî heta têkçûn û têkbirina ÎŞÎDÊ ye û dibêje: “Mana Amerîka ya li Bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) bi sînor e. Li gor min, wê şirîkatî û hevkarîya Amerîka û Kurdan ne hevkarîyek dûvdirêk, lê pir kurt be“.

Steven Heydemann, ku ji 2015an de li Enstîtuya Aştî ya Amerîkayê pisporê Sûrîyê ye û kesekî nêzîkî ixalefeta Sûrîyê ye, dibêje ku sedema êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê tirsa Kurdên Sûrîyê û bidestxistina hinek mafên wan e û dibêje: “Nakokîyên di navbera Tirkîye, endamên NATO û Amerîkayê de ew e ku gelo wê Kurdên Sûrîyê doza dewletek serbixwe bikin yan na“ û didomîne: “Waşîngton di wê bawerîyê de ye, Kurdên Sûrîyê berî ku statuya Sûrîyê rasterast kifş û destnîşan bibe, dixwazin xweserîyek saxlem ava bikin. Helbet hinek tevgerên ku ji alîyê PYD ve hatin kirin, di nav Tirkan de endîşeyek mezin pêk anî“.

Wek tê zanîn, Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) berî bi çend rojan hêzên xwe ji Dêrezor û hinek deverên Rojhilatê Feratê kişandibûn û ji bo alîkarîya YPG ew şandibûn Efrînê. Ev yek jî bi sedema bêdengmayîn û bêhelwestîya Amerîka û Hêzên Navnetewî girêdabûn.  Heydemann, evê yekê wek nîşan û sedemek ji sedemên kurtbûna şirîkatî û hevkarîya Amerîka û Kurdan destnîşan dide û dibêje: “Piştî ku ÎŞÎD têk çû, tu bingehek yasayî ji Amerîkayê re namîne ku li Sûrîyê bimîne. Herweha rejîma Sûrîyê bi fermî daxwaza paşdekişandina hêzên Amerîkayê kir û ji bo mana Amerîkayê tu biryarek Yekîtîya Milletan jî tuneye“.

Steven Heydemann, dibêje ku „ji ber sedema bihêzbûna Îranê Amerîka hewesdar e li Sûrîyê bimîne da ku rê li ber pêşketina Îranê bigre. Lê bi 2 hezar leşkirên xwe Amerîka nikare li Sûrîyê serkeftinek mezin pêk bîne “ û berdewam dike: “Amerîka wê di salek yan jî 18 mehan de hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne û Kurdan  bi serê xwe bihêle. Amerîka nikare Kurdên Sûrîyê li hember pêşketina Îranê bikar bîne, ji ber Kurd ne xwedîyê wê hêza mezin in ku karibin Îranê asteng bikin. Kurdên Sûrîyê ji bo berjewendîyên xwe naxwazin Îranê wek dijmin bibînin, li Sûrîyê dijminatîya Îranê wê tu qezencê ji Kurdan re neyne“.

Li gor Steven Heydemann, li Sûrîyê çareserîya herî baş û maqûl ew e ku di navbera Rûsan, Kurdan û rejîma Esed de pêvajoya mizakereyan bê destpêkirin û çareserîyek siyasî ji vê pirsgirêkê re bê dîtin.

Z.B