image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, hewldana ji bo yarîkirina bi encamên hilbijartinan û hilweşandina dengên Hêzên Pêşmerge bi tu awayekî nayê qebulkirin.

Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û tekez jî li ser rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li proseya siyasî û qonaxa piştî hilbijartinê kir û eve jî dûpatkir ku daxwaza welatê wan eweye ku Herêma Kurdistanê bihêz bê û rolekî bi bandor li ser proseya siyasiya Iraqê da hebê.

Her di vê civînê de her dû alî di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî û derketina hevkêşeyên nû li Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmetê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê ji bo Herêma Kurdistanê ewlewiyete û pêwîste hemû alî berbiçav bikin pabendbûna bi sê prensîpên hevbeşî, tevafuq û hevsengiye li warên cûr bi cûrên hukimraniyê û li jêr sayeya wan sê prensîpan de pêwîste gelek bi rûnî rêkkeftin li ser babet û kêşeyan û pêkanîna hikûmeta nû de bê kirin.

Di derbarê proseya hilbijartin û encaman de, Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku têbîniyeke zêde li ser edaya komîsyon û birêvebirina proseya hilbijartin û destkariya encaman û saxtekariyê heye. Eve jî xisterû ku partî hîç nûnerekî li komîsyona hilbijartina Iraqê da tûne û bi qesta hejmarekî zêdeyê dengê partî şewitandin bi taybetî dengên wargeh û kempan û dengên xuşk û birayên Êzdiyan û armanca şewitandina wan dengan jî ewe bûye ku rêgirî bê kirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Nînowa de dengê yekem bê ku li rastiyê da jî dengê yekeme.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku ji bo nehiştina gumanan û proseyê bi xwe PDK bi hemû rêkarêk razî bûye êdî çi hejmartina dengan bê yan duvdaçûna ji bo lêpirsinên li her navçeyek û her wiha dûbarekirina hilbijartinan be jî. Lê belê hewldana ji bo yarîkirina encaman û hilweşandina dengên Pêşmerge bi tu awayekî nayê qebulkirin. Eve zulmeke li Pêşmerge tê kirin û Pêşmerge mafê xwe ye û parêzgeriyê li welatê xwe kiriye û heq li ser hemû aliyek heye û ji bo çi divê dengên Pêşmerge bi bê sedem bi navê merama siyasî bê hilweşandin?

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku karkirina ji bo hilweşandina dengên Pêşmerge amajeyekî metirsîdare û karkirine ji bo hilweşandina paşaroj û çarenivîsa Kurdistanê ji bo wê yekê bei hemû awayekî bi beranber wê biryara zalimane radiwestîn.