image

Şelala (sîpela) Mûradiyê (Bêgirî) ku ji 15 metreyan zêdetir ji jor de tê xwarê, ji ber serma zêde cemed girt. Mûradiye navçeyeka Wanê ye û dikeve ser rêya Çiyayê Tendûrekê. Dîmena şelalê di zivistanê de dema cemed digre bêhempa ye.

Di havînan de bi hezaran geştiyar tên seredana Mûradiyê û li wê derê dimînin. Gelek hînike û havîngeheka herêmê ye. Lê zivistana wê jî bo geştiyarên zivistanê bê hempaye. Gelek kes tên şelalê û dema xwe li wê derê derbas dikin.