image

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), ji bo mitînga 21ê Adarê ku bi munasebeta Newrozê li dar dixe Serok Mesud Barzanî vexwend Diyarbekirê.

HDP, ji seranserê dinyayê ji gelek welatan serok û rêvebirên partî, sazî û rêxistinên çepgir vedixîne şahiya Newrozê. Ji Kurdîstanê jî Serok Barzanî jî di nav de gelek kes vexwendin mîtînga ku di 21ê Adarê li Diyarbekir pêk tîne.

Ji bo mitîngê digel Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (KYB) û gelek rêveberên Hereketa Goran jî hatin vexwendin.

PYD hat vexwendin

Li gor zanyariyên hatin bidestxistin ji bo beşdarbûna mitîngê ji Rojava jî PYD hatiye  vexwendin.

Ji Spanya rêveberên rêxistina ciwanên Partiya Azadî (Askapena) û herwiha ji Îtalya û Norwêc hin sazî û komeleyên hevkariyên Katalonya jî hatin vexwendin.