image

Mıjara “Kurdistanek bi hêz” ji alî gellek dewletên rojava ve tê zimên. Ji Amerîka bigrin heta bi Brîtanya, Fransa û dewletên din, “di nav sînorên Iraqê de “Kurdistanek bi hêz” dixwazin û vê daxwaza xwe di her wesîleyê de tînin zimên.

Mebesta “Kurdistanek bi hêz” helbet “Hikûmetek bi hêz” e. Û hikûmetek bi hêz jî bi hevkarî, hemahengî û tifaqa partîyên siyasî yên Kurdistanî pêk tê. Bêtifaqî û jarbûna “Hikûmetek bê hêz” tê wateya Hikûmetek kêmdesthilatdar û kêm îrade. Bêhêzbûn û kêmdesthilatdarîya Hikûmeta Kurdistanê di têkçûn û radestkirina Kerkûkê de xuya bû. Gava partîyên siyasî li hev nekin û di mijarên sereke û netewî de ne yekdeng û bi tifaq bin, hikûmetek bi hêz jî pêk nayê û wê ew hikûmeta bê hêz jî li hember Bexdayê kêm erk kêm bandor be. Ji ber vê yekê, Amerîka û dewletên din bi taybet behsa “Kurdistanek bi hêz” yan jî “hikûmetek bi hêz” dikin.

Di vê derbarê de Balyozê Amerîka yê Hewlêrê Ken Gross, carek din behsa Kurdistanek bi hêz kir û da zanîn ku “Amerîka piştgirîya hikûmetek bi hêz a Kurdistanê dike”.

Ken Gross, ji Rûdawê re axivî, hinek moral da Kurdan û got: “Polîtîka me ya li hember Herêma Kurdistanê, xelkê wê û hikûmeta wê nehatiye guhertin, em piştgirîya hikûmetek bi hêz dikin”.

Gross, bi taybet anî zimên ku polîtîka Amerîka ya li hember Kurdistanê nehatiye guhertin û anî zimên ku “Amerîka ji bo herêmên nîqaşkirî desthilatdarîyek hevbeş dixwaze” û got: “Ji bo vekirina balafirxaneyan em bi desthilatdarên Bexdayê re hevdîtinan dikin. Emê hewl bidin ku berê şîrketên Amerîkî bidin Kurdistanê û da ku aborîya Herêma Kurdistanê geştir bikin”.

Ken Gross, dupat kir ku ewê wek hercar bi pêşmergeyên Kurdistanê re bixebitin û ewê pêwistîyên pêşmerge yên perwerde û leşkirî bigrin ser xwe û got: “Ji bo carek din ÎŞÎD dernekeve holê em dixwazin bi pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê re berdewam bikin. Em alîgirê dîaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ne. Em di nav Iraqek azad, pêşketî û demokrat de Kurdistanek bi hêz dixwazin. Me Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştguh nekiriyue. Em hewl didin ku bi Hikûmeta Kurdistanê re têkilîyên xurt deynin”.

Ken Gross, di dawîyê de behsa plana avakirina balyozxaneya nû ya Amerîkayê kir û da zanîn ku „ev jî nîşana wê yekê ye ku emê demek dirêj girêdayî dostên xwe yên Kurd bin“ û got: „Em hevkar (mittefîq)ê Herêma Kurdistanê, xelkê wê û hikûmeta wê ne“.

Z.B