image

PeyamaKurd - Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Goranê ragihand, ku Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî du demên serokkomariya Iraqê de ti tiştek bo Kurdan nekir û ez bawer nakim ku Berhem Salih jî karekî bike ku Kurd dilê wan pê xweş be.

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Goranê Cebar Mela Emîn ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’Kurd li Bexdayê tu rolek tuneye. Ewên ku li ser pişka Kurdan bûne serokkomarê Iraqê, tu tiştek bo Kurdan nekirine. Bi taybet Mam Celal ku siyasetmedarekî mezin bû û peyvendiyên wî yên navnetewî û cîhanî hebûn nekarî tu tiştekî bo Kurdan bike. Ji ber erkê serokkomar desthilatiya wê sînordar e. Bi taybet eger erkê serokwezîr jî di dest Kurdan de be nikare ti tiştekî bo Kurdan bike.’’

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Goranê got: ‘’Eger Mam Celal karîba tiştekî bike, ew dema ku serokkomarê Iraqê bû dê madeya 140 bicîh anîba. Bê guman pirsgirêka Kurd li gel Iraqê di madeya 140î de ye. Eger madeya 140 pêngav bo hatiban avêtin û kar li ser hatiba kirin, niha Kurd di rewşeke din de bûn.’’

Cebar Mela Emîn got, Berhem Salih xwedî peyvendiyên berfirehe. Lê ‘’nabe em wisa bifikirin ku payeya serokkomariyê ber Kurdan ketiye û bi temamî ew kese dê kar bo Kurdan bike. Nexêr wisa nîne, ji ber dema madeya 140 derdikeve pêş, Erebên sunne nerazîne ku ew pirsa çarenivîssaz bê bicîh anîn.’’

Herwaha got, ‘’Berhem Salih nikare nûnertiya gelê Kurd bike û tiştek bike ku Kurd pê dilxweş bin.’’