image

PeyamaKurd - Bizava Goranê ragihand ku eger bernameya hikûmeta nû ya Kurdistanê bi dilê wan be dê beşdariyê lê bikin.

Berdevkê Bizava Goranê Şoriş Hacî, diyar kir ku ew bernameya hikûmetê bi hûrgilî dinirxînin û eger bi dilê wan be wê tevlî hikûmetê bibin.

Hacî diyar kir ku ew zêdetir giringiyê didin debara xelkê û dayîna meaşan û nemana problemên civakî.