image

PeyamaKurd- Fuara Pirtûkan ya Hewlêrê ya Navnetewî ya 13emîn bi beşdarbûna Serok Mesûd Barzanî dest pê kir!

Fuara Pirtûkan ya Hewlêrê ya Navnetewî li Paytextê Kurdistanê li Hewlêrê wê 10 rojan bidome. Ji 35 dewletan 250 weşanxane bi 700 pirtûkî beşdarî fuarê dibin.

Fuar wê di navbera 10 û 20ê Cotmehê de ji bo xwendevanan vekirî be.