image

Tirkiye ev demek e amadekarî dikir ku operasyonek bi ser Efrînê de bide destpêkirin. Dihate çaverêkirin ku piştî civîna MGKê ya roja 17ê Meha Çile qerara ketina nav Efrînê bê dayîn. Lê artêş li benda vê civînê nesekinîn.

Artêşa Tirk li 4 niqteyên cida nêzî Îdlîbê bicih bibû. Li gorî agahiyên ku hat belavkirin, piştî daxuyaniya Erdoganî ya li Elezîzê ku gotibû “Eger terorîst teslîm nebin emê Efrînê bi serê wan de hilweşînin.”

Êrîşên Artêşa Tirk jî dest pê kir. Tirkiye bi vê pengavê hêvî dike ku operasyona Mertala Firatê berdewam bike.