image

PeyamaKurd - Dibistanên gundên ser bi devera Berwarê Bala li Duhokê ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dij hêzên PKKê nehatine vekirin. Piraniya gundiyên deverê reviyane û xwendekar ji ber tirsa bombebaranan ji bo xwendinê venagerin.

Di  2yê vê mehê de dibistan vebûn, lê dibistanên 10 gundên li devera Berwarê Bala hatine girtin. Firokeyên leşkerî yên Tirkiyê li ser navçeyê digerin û dengê topên dûravêj jî li wê navçeyê bi berdewamî tên bihîstin.

Gundê Aqarî ku gundekî dûr ê Xristiyanan e û bi ser nahîyeya Kanî Masiyê ve ye, ev 3 roj in bi berdewamî dişewite. Aloziya rewşa emnî ya li vê deverê bûye sedema wê çendê, ku ji hemû aliyan ve bandorê li jiyana wan dike.

Li devera Berwarî Bala zêdetirî 61 gundan hene. Beriya niha 40 ji wan avedan bûn û dibistan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve lê hatibû avakirin. Lê şerê artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê bû sedema terikandina gundan û xelk koçî navenda bajaran bikin û proseya xwendinê jî li deverê ketiye ber metirsiyê.

Di 5 salên derbasbûyî de zêdetir ji 400 xwendekarên deverên sînorî xwe veguhestine dibistanên komelgeh û navenda bajarê Duhokê.

Ji aliyê din ve topbaran û bombebaran bûne sedem, ku mamosteyên girêbest û tayînkirî jî neçin gundên li ser sînor û perwerdeya Duhokê jî di hewl de ye, daku pirsgirêkên dibistan ên deverên sînorî çareser bike.