image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gilî û gazind li Amerîka û hevpeymanên wê kir ku heya niha jî piştevaniya YPGê û PYDê dikin û got, di rastiyê de navê bajarê Kobanê Eyn el-Ereb e û ne navçeyeke Kurdî ye û ji ber vê yekê jî divê ji bin kontrola YPGê bê derxistin.
 
Recep Tayyip Erdogan li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê, beşdarî panelekê bû û îdîa kir ku di operasyonên wan ên li nav axa Sûriyê de ziyan negihîştiye ti kesekî sivîl. Erdogan gilî li Amerîka û hevpeymanên wê kir ku heya niha jî piştevaniya YPGê û PYDê dikin û got, di rastiyê de navê bajarê Kobanê Eyn el-Ereb e û ne navçeyeke Kurdî ye û ji ber vê yekê jî divê ji bin kontrola YPGê bê derxistin.
 
Erdogan got: “YPG û PYD ku ji aliyê din ê sînorê me, sûd ji valatiyê wergirtin û dixwazin korîdoreke terorê ava bikin û li gel vê yekê jî hinek welat û dewletên cîhanê hene ku qaşo hevpeymanên me ne, lê piştevaniya wan rêxistinan dikin. Tevî vê yekê jî me bi operasyona Çiqilê Zeytûnê ji wan rêxistinan paqij kir, em paqij dikin. Niha jî dora navçeyên din e. Tirkiye di warê parastina yekparçetiya Sûriyê û serweriya wê de, welatê herî ji dil e.”
 
Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir: “Navçeya Eyn-el Ereb, ango Kobanê, di bin kontrola wan rêxistinên terorî de ye. Navê wê li ser e, ango Eyn-el Ereb navçeyekî Kurdî nîne. Eyn-el Ereb, tê wateya Çavê Ereban. Eger wiha bûya, wê koçberên li Rihayê vegeriyaban wê navçeyê. Ev jî tê wê wateyê ku pirsgirêka wan Kurdîtî nîne, bi temamî pirsgirêka terorê ye.”
 
Bêjerê Rûdawê Dilbixwîn Dara ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanî ye eşkere kir: “Navê Kobanî, tenê Kobanî ye. Bi Erebî Eyn-el Ereb e. Yanî Kaniya Ereban, ne çavê Ereban. Koçerên Ereb dihatin li wê derê pezê xwe av didan. 100 % bajarekî Kurdan e.”
 
Dara herwiha diyar kir: “Eşîrên Kobaniyê yên mezin, eşîrên Berazî û Kêtikan in. Bajarê mîr û begên Kurdan e, weke Bozan Beg û Hirço Beg bûn, Besrawî Axa bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerê (mebûsê) Rihayê bû. Heta niha jî qeyda Mîr Celadet Bedirxan li Kobanî ye, li cem Bozan Begê xwe qeyd kiribû. Yanî ji xeynî malên polîs û memûrên dewletê, Erebekî tenê jî li Kobanî tune bû."