image

Erdelan Nûredîn parlamenterê kurd ku li ji lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê di Parlamentoya Iraqê de yê, da zanîn gendeliyên Iraqê roj bi roj zêdetir dibin. Nûreddîn bibîr xist êdî Heyder El Ebadî jî nikare rê li ber vê gendeliyê bigire.

Erdelan Nûreddin wiha got:"Li gorî agahî û dosyayên li ber destê me ne, gendeliya li Iraqê roj bi roj zêdetir dibe. Ebadî ku niha hemû hêza xwe ji bo hilbijartinên Iraqê serf dike. bi tu awayî nikare rê li ber vê gendeliyê bigire."

Parlamenterê kurd Nûredîn her wiha  got: "Heya niha fermana girtina yek berpirsekî hikûmetê ku gendelî kiriye nehatiye dayîn. Ev yek bi serê xwe jî nîşana wê yekê ye ku hikûmet li hember gendeliyê bê kêr e."