image

PeyamaKurd - Demek heye beşek ji berpirsên Kurd ên li Kerkûkê behsa pêkanîna hêzeke çekdar ji aliyê Eniya Tirkmen ve li Kerkûkê dikin.

Li gor agahiyên li ber dest, demek heye ku behsa pêkanîna hêzeke çekdarî ya Eniya Tirkmen li Kerkûkê bûye rojeva partiyên siyasî. Herwiha beşek ji hemwelatiyan û çavdêr jî rewşa Kerkûkê wisa dibînin û dibêjin pêkanîna hêza çekdar a ser bi partiyekê ne yasayî ye.

Endamê polîtburoya Eniya Tirkmen Aydin Merûf jî ragihand: ‘’Pêkanîna hêza çekdar ji aliyê Eniya Tirkmen ve li Kerkûkê propagandaye û Eniye Tirkmen partiyek sivîl e. Tirkmenan berê daxwaz li hikûmeta Iraqê kiribûn ku hêzeke çekdar a bê alî bê pêkanîn ji bo parastina Tirkmenên li Kerkûkê.’’

Derbarê Heşdî Tirkmen li Kerkûk û Xurmatûyê de jî: ‘’Ew kesane beşek in ji Heşdî Şebî û niha di nava Heşdî Şebî de ne, Heşdî Tirkmen, mesîhî û şebek jî hene û ew li dijî DAIŞê hatine ava kirin. Hemû jî di nava desteya Heşdî Şebî de û li navçeyên xwe hebûna wan heye. Lê tu peyvendiya wan bi Eniya Tirkmen re tuneye.’’

 

Ji aliyekî din, Serokê Eniya Tirkmen Erşat Salihî, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û diyar kir: “Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinan, heke tu guhertin tune be wê demê Kerkûk dibe cihê alozî û neasayiyê. Divê bo vê yekê em bitedarik bin.