image

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir ku li himber gef û zextên rêjîma Sûryê li dijiyê Kurdên Rojava helwestekê bigrin.

Alav Hemê endama Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryî ENKS ji malpera me Peyamakurd re axifî û got ku "pêwîste civaka navdewletî palpiştiyê bide Kurdên Rojava û gelê me biparêze, bi taybetî piştî ku rêjîma Sûryê hin gef li dijî gelê Kurd kirine".

Hemê her wiha daxwaza yekrêziya hêzên siyasî yên Rojava kir û wiha pê de çû, "ya ji her tiştî grîngtir ewe ku Kurd bi yek şandeyê di kongreyên navdewletî yên ku ji bo çareserkirina kirîza Sûryê bên li darxistin, beşdar bibin".

 

A.Siwes