image

Firotina Kerkûkê û xiyaneta beşek ji YNK û malbata Talabanî Kurd êşandin û brînek kûr di bedena Kurdistanê de vekir. Xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin wê di dîroka Kurdistanê de wek rûpelek reş cîhê xwe bistîne xiyanetkar jî wek rûreş derbasî dîrokê bibin.

Di derbarê xiyaneta Kerkûkê û çend parlamenterên ku dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin de, Endamê Serkirdayetîya PDK Elî Ewnî ji BasNewsê re axivî û da zanîn ku Ala Talabanî, Şivan Dawûdî û Sîrwe Ebdulwehîd nûnerên Bexda yên li Kurdistanê ne û xizmeta Ebadî û hikûmeta Iraqê dikin.

Elî Ewnî, di dewama axavtina xwe de bal kişand ser xiyaneta Kerkûkê û got: „Xiyaneta Kerkûkê encama xeletî û xiyaneta komek nezan û korfehmanan bû. Heke li Kerkûkê şer û berxwedan hatiba kirin rewş wiha nedibû, cîhan jî bêdeng nedima“.

Elî Ewnî, da zanîn ku „tenê pêşmergeyên Kosret Resûl li Kerkûkê şer kirine“ û got: „Wê rojek bê yên ku Kerkûk teslîm kirin wê baca wê bidin, xelkê Kerkûkê baş wan nas dikin û zanin kê Kerkûk firotiye“.

Elî Ewnî, daxuyand ku parlamenterên YNK Ala Talebanî, Şivan Dawûdî û parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahîd xizmeta Ebadî û hikûmeta Iraqê dikin û got: „Bexda naxwaze bi Kurdistanê re dest bi dan û stendinê bike, ew dixwazin îradeya gelê Kurdistanê bi temamî bişkînin. Hişmendîya ku li Bexdayê heye hişmendîyek şovenîstî ye. Çawa ku wan beşek ji sunnîyan kirîne, dixwazin hinek siyasetmedarên Kurd jî bikirin“.

 Z.B