image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir.

li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Profesor Sultan Ebu Erabî Eladwan Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir.

Di hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî spasiya Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û ji bilî wê bal kişand ser rola Serok Barzanî li şerê teror û aramî û hevkêşeyên navçeyê, sedema serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê ku di hilbijartinên parlamenteriyê ya Parlamentoya Iraqê de jî pîrozbahî li Serok Barzanî kir.

Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî axaftina xwe de diyar kir ku pêzanînên xwe ji bo rol û pêgeha zanîngehên Herêma Kurdistanê hebû ku li geşbûneke berdewamdane û standardên navdewletî ya xwendinê bi başî bi dest ve anîne.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir û destxweşiyê li rola wê sekreteriyetê kir li çalakî û karên wan da û piştevaniya xwe jî ji bo hemû cûre peywendî û hemahengî û hevkariyên di navbera zanîngehên Kurdistanê û zanîngehên Erebî nîşan da.

Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.