image

Doza Hevserokê HDP Selahattin Demirtaş ku ev 399 roje di girtîgehê de ye îro li Sîncana Enqereyê hat dîtin. Ji ber ku daxwaza beşdarbûna Selahattin Demirtaş ji aliyê dadgehê ve ne hatibû qebûl kirin Demirtaşî jî bi beşdarbûna SEGBİSê qebûl nekir û beşdarî dozê nebû.

Dadgehê îro saet li dora 18an de biryara berdewamiya girtina Demirtaşî da û dozê taloqî 14ê  Sibata 2018an kir. 

Li aliyê dinê jî dadgehê daxwaza veguhestina dozê ji bo Dadgeha Destûrî jî ji ber rewşa awarte û KHKyan red kir. 

P.D