image

PeyamaKurd - Berpirsê Şaxa PDKê li Xaneqînê Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand ku li cem wan jî di hilbijartinan de sextekariyeke mezin hatiye kirin û ev bûye sedem ku Kurd kursiyekê winda bikin.

Şêx Cafer Şêx Mistefa ji malpera PDKê re ragihand: “Em ne razî ne ji wê encama ku hatiye aşkerekirin, ji ber ku sextexariyeke mezin hatiye kirin. Eger sextekarî ji aliyê partiyeke Kurdistanê nehatiba kirin dê dengê me 2 qasî yên niha bana, lê sextekarî bi plan û bername hatiye kirin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Tevî ew qas sextekariyan me 9 hezar û 500 deng bi dest ve anîn, lê ew aliyê ku 25 hezar deng aniye, eger ne ji sextekariyê ba dê tenê 5 hezar deng anîbana, lê bi wê sexteqariyê dengê Kurdan kêm bûye."

Şêx Mistefa wiha domand: “Ji ber wê sextekariyê jî kursiyek ji destê Kurdan çûye û emê li dijî wan gilî bikin.”