image

Piştî “referandûma serxwebûna Kurdistanê” balafirgehên Kurdistanê hatin qedexekirin û gelek kesên karsaz, karmend û kesên ji bo geşt û guzariyê diçûn Kurdistanê niha ji ber nebûna balafiran perîşanin.

Hewldanên ji bo serbestkirina balafirgehan dewam dikin. Di mijara balafirgehan de rêvebira balafirgeha Hewlêr Telar Fayîq ragihand ku hewlên wan ji bo serbestkirina balafirgehên Kurdistanê dewam dikin.

Li Kurdistana başûr bi sed hezaran penaber hene û Neteweyên Hevgirtî dixwaze alîkarî bigihîne wan penahindeyan lê ji ber nebûna balafiran karê wan zahmet dikeve. Xebatkarên Neweyên Hevgirtî jî ji bo çûna Kurdistanê rêya wan gelek dirêj dibe û ji bo wan zahmet e.

Telar Fayîq di dewama axaftina xwe de got ku ew hewl didin bi rêya Neteweyên Hevgirtî û balyozxaneyên welatan yên li Hewlêrê, belkî bikaribin di 29 ê vê mehê de balafirxana Hewlêrê serbest bikin.