image

Li navçeya Bazîda Rojhilat (Doğubeyazît) ya Agiriyê di navbera PKKê û leşkeran de şer derket û pisporekî çawîş birîndar bû. Şer li qûntara Çiyayê Agiriyê çêbû.

Çawîşê pispor ye birîndar birin nexweşxaneya Bazîdê ya bi navê Yaşar Ertılmaz. Lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.

Piştî şer hêzên leşkeri tîmên xwe yên zirxî sewqî herêmê kirin. Operasyon ji aliyê tîmên ku ji Agiriyê û Bazîdê de hatin ciyê bûyerê,dewam dike.