image

 

Li bajarê Şirnexê li beldeya Gundikê Melê du bira di ocaxa madenê de ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan. Birayek wan jî di sala 2009an de bi heman awayî jiyana xwe ji dest dabû.

Navê her du birayan Abdurahman Tunç (43) û Omer Tunç (37)e. Kesê sêyem jî Îdrîs İnal (38) e ku cenazê wan li nexweşxaneya Şirnexê ya dewletê ne. Piştî otopsiye wê cenaze yên wan bibin gundê wan û defin bikin.

Di ocaxên madenê de gelek caran bûyerên weha diqewimin û tedbîr gelek kêmin. Ji ber karê derxistina madenan, bi taybetî ya komurê gelek bihaye û pere xelkê tine ye ku tedbîrên xwe karibin bistînin.