image

PeyamaKurd - Parlamenterê PDKê li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah bersiva gotinên Endamê Polîtbûroya YNKê Rifat Ebdullah da, ku îdîa kiribû PDK endamên xwe asteng dike ji bo beşdarî civînên Meclîsa Bajar ê Kerkûkê nebin.

Şaxewan Ebdullah got, “Rifat Ebdullah dema behsa wê petrola ku li gel milîsên Heşdî Şebî û Hikûmeta Iraqê, dema behsa îşkenceya li ciwanên me tê kirin û herwiha dema behsa wê yekê kir ka çawa karên fermanberên me ji destê wan derdixînin, wê çaxê mafek heye ku behsa parêzgariyê bike.”

Şaxewan Ebdullah diyar kir dema ew piştrast bûn ku rûmet û ewlekariya endamên me tê parastin ew ê wan bişînin Kerkûkê û diyar kir ku Rifat Ebdullah bêrûmetî û serşoriyê li ser endamên xwe disepîne.

Şaxewan Ebdullah wiha axivî: “Rifat Ebdullah bi xwe jî dizane endamên Kurd hemû kom bibin jî dema ku endamên ereb û tirkmen amade nebin civînn pêk nayê. Ji berpirsyarên rewşa niha jî yek jê Rifat Ebdullah e. Divê ew bê dadgehkirin û divê kesên wiha neaxivin jî. Li gor jibilî hin serkirdeyên YNKê divê ti kesê di nav YNKê de neaxive û divê kesên di nav wê xiyanetê de welat biterîkînin. Bila derbarê Kerkûkê de neaxivin û birînên xelkê qul nekin.”